Rexneyeke Lacanyan li ser rexneya Freudyen a Mizgîn Ronak

Şêxo Filîk

Mizgîn Ronak berî qasekê bi navê “Ji Oîdîpos Heta Ferzende: Bavkuj Kî Ye” gotarek nivisî li ser pirtûka Şêrzad Hesen a bi navê Hesar û Kuçikên Bavê Min(1) û gotar di malpera “Gazete Duvarê”(2) de belav bû. Ji ber ku ev gotara berdest di forma “dijrexneyê” de hatiye nivîsîn ango gotar rexneya rexneyê ye ji bo danberhevî û dahûrandineke pak, divê pêşî nivîsa Mizgîn Ronak a navborî bê xwendin.

Çima ku ev cure nivîs ne rexneya pirtûkê lê rexneya rexneyê ne, bingeh û çerçoveya gotarên di forma “rexneya rexneyê” de her bi bingeh û çerçoveya gotara resen ve girêdayî ne. Ji loma jî ji ber ku Mizgîn Ronak bingeha gotara xwe li ser “Aloziya Oedipus” daniye û çerçoveya nivîsa xwe jî bi awireke psîkanalîz diyar kiriye, ev gotar jî wê li ser heman bingehê (oedîpus) be û bi heman çerçoveyê (psîkanalîz) sînorkirî bimîne.

Bo kesên pirtûk nexwendî divê bê zanîn ku çîrok li maleke derveyî bajêr û ji însanan xalî derbas dibe. Malxweyê malê ango bavê vebêj, ji bo malbateke “wek xwesteka xwe” saz bike li derveyî bajêr malek ava kiriye û ji bo malbata xwe ji “xetereyên derve” biparêze hawîrdora malê bi bedenên bilind asê kiriye ku hesar jî wek peyv teqabûlî maneyên wek “asêgeh”, “keleh” û “birc” dike.

“Ji bo xulq û exlaqê we wekî xwesteka min be, min hûn ji gund û bajaran dûr xistine.”(3)

Lê dema xwîner pê de diçe, pê dihese ku ev ne daxwazeke masumane yê “malxweyê malê” ye lê maskeyeke kirêt e, bo ‘deshilatdar’ binhişê xwe yê bi parafîlî û sadîzmê jehrî bûyî pê veşêre û di bin wê maskeyê de nêritiya xwe ya genî têr verişe. Mizgîn Ronak jî li ber vê radibe û dibêje; “(…)bav û bavîtî, çima û kengê wiha bû barbartî? Şerzad Hesen û Sofokles di bawerzîna zeman da qet rastî hev hatin gelo? Kehaneta bavîtiya yekê, kengê bû heqîqeta yê din û bavitiyê pirtir riswa kir û lewitand?”

Heke em li ser bingeha “Oedipus” û di çerçoveya “psîkanalîzmê” de pirtûkê binirxînin ewê bibe neheqî em nivîskarê pirtûkê şermezar bikin ku çima kehaneta Sofokles ji xwe re kiriye heqîqet, “bavitî” wek “barbartî” nîşan daye û “riswa” kiriye.

Lewre ser meseleya kehanat û heqîqetê, dema Wittgenstein armanca felsefeyê diyar dike dibêje armanca felsefeyê ew e ku “rê li ber mêşa di nava şûşe de hepiskirî bixe da ku mêş ji wî şûşeyî derkeve.” Wittgenstein li ser wê fikrê ye ku metafîzîk û “şaşnêrîna”(4) mêşê ji heman jêderkê ye û wiha formûlîze dike vê rewşê; mêşa di nava şûşe de hepiskirî mîna ji der de li şûşe binêre şûşe (dinyayê) pênase dike û derheq şûşe de şîroveyan dike.(5)

Lê wêje, çima ku xwedî hêza afirandin û bikaranîna hêma û metaforan e wek cudahiya xwe ya ji felsefeyê, wê derfetê dide ku em wî şûşeyî ango wê dinyayê ji hêla der de bibînin tevî ku em jî di wî şûşeyî de hepiskirî ne. Loma wek berhemeke edebî dinyaya ku Şêrzad Hesen bi “Hesar û Kûçikên Bavê Min” ava kirî jî meta-awirek e li ser şûşeyê (dinyaya) em di nava wê de hepiskirî ne û nivîskar ne di wê hewlê de ye ku rêşaşiya ji riya rast destnîşan bide wek Wittgensttein. Bi gotineke din, nivîskar wek fîlozofekî bi angaşta rewşeke patolojîk ranebe ku em qala heqîqetê bikin, dijberî wê, di pêwendiya “desthilatdar” û “serdest” de civaka em tê de dijîn aşkere dike û wek piştrastkirina teoriya Lacan nîşan dide bê ka civak çawa -bi zimên- saz dibe û ew “civaka sazkirî” bi demê re di bîreweriya me de çawa radibe deraxeke “rast”, “normal” û “asayî”.

Lewre wek metafora têkiliya serdest û bindest ku serdest dixwaze bindestên xwe wek xwasteka xwe saz bike armanca “bavo” jî sazkirina malbateke “wek xwasteke xwe” ye û wek şêniyên di nava hesarê de hepiskirî ya di pirtûkê de tê qalkirin çîroka me hemûyan e.

“min fêm kir ku memleket û hemû dinya ji bo mirovahiyê eynî hesar û keleh û zindan in”(6)

Loma jî Psikanalîza Lacanyan, zimanê Lacan û têgihiştina Lacan a derheqê civak û psîkanalîzmê de argûmaneke hêja dide xwîner bo xwendin û famkirina pirtûkê. Ji qewlê Lacan ve -pirtûk- “ji me re qala heqîqetê nake ji ber ku heqîqet nayê vegotin”(7) dijberî wê Hesar û Kûçikên Bavê Min nîşanî me dide ka heqîqet ne çi ye. Çi ku (wek cudahiya xwe ya ji Freud) li ba Lacan psîkanalîzm “ne zanista binhişî lê zanista derhişî” ye û Lacan, bingeha teoriya xwe li ser têgêhiştina zanistî ya piştî pozîtîwîzmê daniye, xwendinên xwe yên li ser Freud jî li ser vê esasê daniye. Jixwe ji loma, Lacan ji hêla hin teorîsyenên wê demê ve wek “antî-psikiyatrî” hatiye binavkirin.

Tevî van zanyariyên bingehîn ên derheqê psîkanalîzmê de, Mizgîn Ronak ku rexneya xwe bi dorhêleke psîkanalîtîk hûnandiye, bi awayekî nakokane malbat wek qadeke “pîr û pak”, “pîroz û bimbarek” nişan daye û berhem bi van gotinan rexne kiriye ku nivîskar destdirêjiya wê pîroziyê kiriye; “Bavo çi ‘bavo’ bûye ku kuştina wî wiha helal û zelal bûye? Bavo çi ‘bavo’ye ku hemî guneh û lenetan, bê kehanet li xwe pêçaye û mala jiyanê, mala mesûmiyet û pakiyê xirab kiriye. Xwe gîhandiye Laîos û ji wir jî ber bi vir va hatiye, bi destê nûserê kurd sûcxane û sûcnama bavitiyê daye nivîsandin? Û bi ‘nixuriyê xwe’yê hem bavkuj hem mehsûm wiha daye gotin: ‘Xwedêyo ma wê kengê bêhn û şopa xwîna wî ya li ser destê min jê biçin?’”(8)

Wek li jor jî hatî qalkirin, çîrok li maleke derveyî bajêr û ji însanan xalî derbas dibe. Malxweyê malê ango bavê vebêj, ji bo malbateke “wek xwesteka xwe” saz bike li derveyî bajêr malek ava kiriye û ji bo malbatê ji “xetereyên derve” biparêze hawîrdora malê bi bedenên bilind asê kiriye. Malî di wê hesarê de hepiskirî ye mîna alegoriya mêşê ya Wittgenstein û tenê bav dikare bi hespê xwe yê Erebî derkeve derveyî hesarê. Ji ber ku tenê bav derdikeve derve, têgihiştina şêniyên hesarê yên derheq “derve” de jî -bivênevê- li gor peyv, qalkirin, famkirin û têgihiştina bavo teşe digire ku ew jî me dibe ser angaşta Lacan a li jor hatî qal kirin; civak bi zimên ava dibe… Lewre xetereyên ku bavo qal dike tev xeyalî ne û şêniyên hesarê bi saya wê tirsa xeyalî kontrol dike.

Dîsa li gor saloxdana vebêjê pirtûkê bi dehan jin û bi sedan zorakên bavo hene. Her zarokekî bavo çêdibe diwarekî din li hesarê zêde dike û dîwarê keçan tim ji yên lawan bilindtir e. Ji bo her jinekê odeyek çêkiriye û her şev li ba yekê ye lê dîsa jî “her ku ji ger an jî nêçirekê vedigere jineke taze dixe ser pişta hespê xwe û jê re odeyeke nû çêdike.” Bi vî hawî ango bi anîna her jinekê an jî bi çêbûna her zarokekî wek çawa peyv û vegotina şêniyên hesarê diguhere her wiha mîmariya hesarê jî pê re diguhere, ji nû ve teşe digire û li şêniyên hesarê dibe mekaneke labîrentî ku rêya revê tê de tune. Lê ji ber ku li gor teoriya Sazkirina Civakî proseya sazkirinê têkiliyeke dualî ye, bavoyê di nava sînorên hesarê de dinyayeke din ava kirî jî dibe yek ji perçeyên wê dinyaya çêkirî. Bi gotineke din bavo jî (ku di nava sînorên hesarê de dinyayeke din ava kiriye û tim ji şêniyên nava mala re qala xetereyeke xeyalî dike) hemû jiyana xwe li gor wê xetereya xeyalî saz kiriye ku qaşo her der dagir kiriye. Ev jî dîsa berê me dibe ser psîkalanîzmê ku çerçoveya nivîsa Mizgînê ye; “desthilat her ku dinyayê li bindest teng dike li xwe jî teng dike.”(9)

“Kî ji we vê hesarê hez neke bila here. Ez baş dizanim li derveyî vê derê wê çi were serê we”

“Bavê min kincên bixwîn ên wan birayên min ên ku diçûn derveyî hesarê dianî û davêt pêşiya me: ‘Ha ji we re! Vaye hûn dibînin, guran xwariye.’”

Bavo wek rêlibertina xetereyê hemû mêrên hesarê xesandine û yek mêvan jî -çi bi destûr çi bêyî destûr- nikare were nava hesarê. “Hemû xizmetkar, xulam navmalî û karker li ber wî rêz dibûn. Ew xizmetkar yan xesandî yan jî nêremo bûn.”

Jixwe tu mêvanên diçin û tên tune ji xeynî jinên qereçî ku bavo carinan bi xwe re tîne, şeva xwe pê xweş dike û paşê wan bi destên xwe dibe cihê ku jê aniye. Ne tenê mêrên hesarê lê ji xulam û xizmetkaran heta heywanên nêr ên di nava hesarê de jî xesandî ne, da “jin û keçên xwe” ji xetereya mêran biparêze ku mêr jî wek temsîliyeta serdestî û serdariyê, xetereyeke sereke ye li cem bavoyê ku dixwaze bibe yekane serdest û serdarê gerdûna di nava hesarê de ava kirî. “Li vê hesarê tenê cihê şêrek heye, ew jî ez im”

Ev gerdûna sembolîk a di nava sînorên hesarê de ji hêla sazkirin û teşedayîna civakê ve wek şikefta Platon e. Li gor alegoriya şikeftê ya Platon hin mirov di şikefteke tarî de zincîrkirî ne. Ew mirovên ku roja hatine dinyayê û vir ve di wê şikeftê de qeydûbendkirî ne, tenê siya tişt û heyberên li derûdora şikeftê ku diteyise nava şikeftê dibînin. Şikeftiyên ku çavên xwe rakirine û renakirine ew sî dîtine bi demê re wê siyê dixin şûna rastiyê û wek rastiya hur a wan tişt û heyberan qebul dikin. Axir rojekê ji wan şikeftiyan yek, kes nizane çawa, ji qeyd û bendên xwe difilite û derdikeve derve. Li derveyî şikeftê rastî rastiyeke din tê ku qet naşibe rastiya nava şikeftê. Ji bo vê rastiyê bi hevalên xwe yên di nava şikeftê re parve bike dîsa vedigere şikeftê lê hevalên wî yên di nava şikeftê de ji “rastiya xwe” nayên xwarê û naxwazin bi rastiyeke dîtir bawer bibin. Li vir pirsa ku li me peyda dibe ev e; şikeftî çima naxwazin rastiyeke din ku “rastiya rast e” bawer bikin? Lacan -mealen- bi pirseke dîtir bersiva pirsa me dide; “gelo ji dêvla şikeftiyê azadbûyî şikeftiyekî din azad bibûya, şikeftiyê ewil wê ji rastiyên ku şikeftiyê duyem qal dike bawer bikira?” û bala me dibe ser du têgihan; “dîtin” û “gotin”… Nexwe ji dêvla şikeftiyê ku azad bûyî şikeftiyekî din azad bibûya û ronahî bi çavên serê xwe bidîta ne mimkûn bû pê bawer nebe. Bi heman mantiqa Lacan, ew şikeftiyê yekem ku azad bûyî şewq û ronahiya derve wekî xwe ango bi peyv û ferhengîstana xwe na lê ew rastî wek heyî (ku Lacan jî dixwaze balê bide ser bêîmkaniya vê) ji şikeftiyên din re qal bikira wê rewş biguheriya gelo?

Dema em şikefta Platon û hesara Hesen didin berhev; heke hesara Hesen şikefta Platon temsîl bike, nexwe qeyd û benden şikeftiyan jî zagonên hişk ên bavoyê hesarê bixwe ne. Herwiha siya ku diteyise nava şikeftê jî rastiyên şêniyên hesarê ne ku bi gotin û qalkirinên bavo teşe girtine. Di pirtûkê de qarekterê bi navê Ferzende ango vebêj jî yek ji wan kesan e ku hewl dide ji qeydûbendên xwe bifilite û loma qayideyên bavo qebûl nake. Di vê derbarê de plana kuştina bavê xwe dike, ji xwîşkên xwe re hineyê peyda dike ku pê mûyên porê xwe yê spîbûyî veşêrin, soravê tîne ku xwe pê boyax bikin, “eynikên zengarî” tîne ku li bedewiya xwe binêrin. Metafora “eynikên zengarî” berê me dibe ser du tiştan; yek jê teoriya Lacan e ku di ser “dîtin” û “gotin”ê re dibêje ‘rastî nayê vegotin’ û ya din “şaşnêrîna” sosyalîstan e ku dibêjin “her serdest rastiya xwe li gor xwe saz dike”. Vebêj ango Ferzende jî dema qesta xirakirina rastiya bavo dike ji hêlekê ve jî rastiya xwe saz dike û dike cihê rastiya bavo. Ji ber ku dema vebêj ji xwîşkên xwe re neynikê tîne ku li “bedewiya” xwe binêrin ji wan re bi zanebûn neynikên zengarî tîne ji bo xwîşkên xwe pîrbûna xwe nebînin. Nexwe vebêjê ku li dijî rastiya nava hesarê radibe ji aliyekî ve jî di hewldana avakirina rastiya xwe û pê re jî di hewldana avakirina serdestiya xwe de ye ku bingeha çîroka oedipus jî “pevçûna serdestiyê ya di navbera law û bav” de ye.

“eynikên ku min tanîn tev zengarî bûn, da ku xwîşkên min pîrbûna xwe nebînin”(10)

Nexwe wek çawa ya ku şikeftiyê azadbûyî qal dike ne rastî bi xwe lê rastiya şikeftiyê azadbûyî ye, ya ku vebêj dike jî ne azadkirina şêniyên hesarê lê hewldana sazkirina civaka wek “xwasteka xwe” û ragihandina serdestiya xwe ye. Ji loma dema bavê xwe dikuje ji hêla hemû şêniyên hesarê ve wek bavkujekî neletî tê bi navkirin ku wan bi xwe vebêj li kuştina bavo sor kiribû. Ango şêniyên di bin zordestiya bavo de dieciqîn û wek nixuriyê malê ji vebêj dixwastin ku bavê xwe bikuje û wan ji vê zilmê rizgar bike, dema vebêj bavê xwe dikûje û rastiyeke din nas dikin (ne rastiya rastîn) vê carê vê rastiyê red dikin û xweziya xwe rojên xwe yên berê yên hesarê tînin.

“Ey kekê me yê nepak! Lawê cerbeze û xesîs! Te çi anî serê me û serê xwe? (…) te çi anî serê mêrê me yê mêrxas? Ew zilamê pitikên nava dergûşan jê ditirsiyan. Ew zilamê ku siwarekî jêhatî û heyranbêjekî baş bû… Vaye tu dibînî hesar bêyî wî xalî ye, ava aş miçiqiye…”

Di vê biwarê de, gotareke bi perspektîfa psîkanalîzmê hatî nivîsîn nabe “pîroziyê” li malbatê bar bike. Ji ber ku “pîroziya malbatê” argûmaneke pergala kapîtalîzmê ye ku ji bo emrê baviksalariyê dirêj bike û di serî de newekheviya zayendî hemû newekheviyên civakî (aborî, çînî, siyasî) li ber dilê civakê şîrîn û meşrû bike di serdema geşedana pîşesaziyê de hatiye îcadkirin. Li hêla din psîkanalîzm ku li jor dûvdirêj hat qalkirin di ser “aloziya oedîpus” re balê dibe ser pevçûna di navbera bav û law de ku wê pevçûnê wek “pevçûna serdestiyê” bi nav dike û bi awayekî sergirtî rexneyê li pergala baviksalar dike.

Axir, angaşta Jacques Lacan ew e ku dema zarok hînî zimên dibin kesayet û qerekterê wan bi piranî wê serdemê teşe digire û wiha lê zêde dike; ne tenê kesayet û qarekter, hokerên ku kesayetê pêk tînin jî (ên mîna derdor, malbat, saziyên civakî û bûrokratîk…) di bin tesîra zimên de teşe digirin.(11) Dema em dinyaya çêkirî ya di nava hesarê de ku bi vegotinê ango bi zimanê bavo hatiye hûnandin û civaka ku Lacan qal dike didin ber hev rasterast li hev rûdinin. Pirtûk îtirazên bingehîn ên Lacan sermeseleyê “têkiliya zayendî derew û xapînokek e”, “arezû hercar arezûya yê dîtir e” bi awayekî şênber raberî me dike. Dîsa şanî me dide ka “Yê dîtir ê mezin”(12) û nasnameya nêreza yê dîtir û mezin çawa bi zimên şikil digire û jê pêk tê. Ji loma jî nabe hem bi awirtêdaneke psîkanalîst berhama Şêrzad Hesen bê xwendin û hem jî bê iddiakirin ku pirtûk qala çîroka malbat/bavekî patolojîk dike û nîşandana bavo ya wek barbariyê temsîleke neçê ye di pirtûkê de. Ji ber ku fokusa pirtûkê ne “rewşa psikolojîk a malbatekê” lê di pêwendiya serdest û bindest de hewldana sazkirina civakeke muxeyyel e di navbera malxwe û nixuriyê malê de.(13)

Jêrenot:

1 – Hesar û Kûçikên Bavê Min, Şêrzad Hesen, Weşanên Dara, Îlon 2020.

2 – Bo hûn herin ser nivîsê bitikînin; https://www.gazeteduvar.com.tr/ji-oidipos-heta-ferzende-bavkuj-ki-ye-haber-1621066

3 – Şêrzad Hesen, hbn.

4 – Şaşnêrîn: Argûmaneke Marksîstan e û li ser wê fikre ye ku ‘avadanî û materyalên civaka kapîtalîst ji bo çîna proleteryayê bixapînin hatine sazkirin û berovajîkirin.’ Li gor vê nêrînê rê û rêbazên ku van avadanî û materyalan saz kirine, xiyanetê li têkiliyên rasteqîn ên di navbera çînan de dikin û dike ku proleterya bi çavê burjuwaziyê li dinyayê binêre. Şaşnêrîn di jiyana rojane de carinan wek ‘rastiya berovajîkirî’ (bi tirkî çarpıtılmış gerçeklik) jî tê bikaranîn.

5 – Wittgenstein, Ludwig, Tractatus Logico-Philosophicus, Stenbol, Weşanên Metis, neqil ji “Güven Ozdoran, Köpek Dişi Ya da Mülklerin En Tehlikelisi Olarak Dil, Kovara Sinefilozofi, 2019, çapa taybet.”

6 – Şêrzad Hesen, hbn

7 – Lacan Jaques, (2014). Psikanalizin Dört Temel Kavramı, Seminer, 11. Kitap, İstanbul: Metis Yayınları

8 – Mizgîn Ronak, Gazete Duvar, Ji Oîdîpos Heta Ferzende: Bavkuj Kî Ye

9 – Lacan Jaques, (2014). Psikanalizin Dört Temel Kavramı, Seminer, 11. Kitap, İstanbul: Metis Yayınları

10 – Şerzad Hesen, hbn

11 – Lacan Jaques, (2014). Psikanalizin Dört Temel Kavramı, Seminer, 11. Kitap, İstanbul: Metis Yayınları

12 – Slavoj Zizek, Lacan’ı Nasıl Okumalıyız, Çev. Misli Baydoğan, Runik Kitap, İstanbul, 2021 ( Yê dîtir ê mezin têgiheke teoriya Lacan e û Zizek vê têgihê wiha rave dike; “Yê dîtir ê mezin wek kesekî biyanî ye di nava me de û her rê li ber me dixe ka emê çi bi çi awayî bikin, kîjanê deynin ku derê. Lewre însan çer ku dikeve nav pergala hêmayî -ku pergala hêmayî yasaya civakî ya nenivîskî ye- kesekî duyemîn dixûliqe di nava însên de. Ew tim li wir e, li dora me ye, me kontrol dike, rê li ber me dixe, mîna behra ku em tê de soberî dikin e lê dîsa jî nayê dîtin, bihîstin, rahêştin û nûfuzkirin. Ew nesneyê bêcîsîm ku di hundirê me de tim diaxive dema em dikevin nav pergala civakî derdikeve holê û bi erka xwe radibe” )

13 – Tyrer, Ben, (2017). “This tongue is not my own: Dogtooth, Phobia and the Paternal Metaphor”,Contemporary Greek Film Cultures from 1990 to the Present, Oxford: Peter Lang, s. 101-129. Neqil ji “Güven Ozdoran, Köpek Dişi Ya da Mülklerin En Tehlikelisi Olarak Dil, Kovara Sinefilozofi, 2019, çapa taybet.”

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Kartal Escort
avcılar escort
esenyurt escort
beylikdüzü escort
istanbul escort
istanbul escort
bahçeşehir escort
bakırköy escort
şirinevler escort
şişli escort
esenyurt escort
avcılar escort
esenyurt escort
beylikdüzü escort
beylikdüzü escort
taksim escort
bakırköy escort
bonus hunt
betmarlo
egt oyna
pragmatic slot oyunları
barn festival
dog house megaways
betibom
sweet bonanza
tombala oyna
aresbet
wild west gold oyna
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
markaj giriş
sweet bonanza
sugar rush
diyarbet
diyarbet
diyarbet
gates of olympus oyna
big bass bonanza oyna
trwin
diyarbet
diyarbet
casipol
casipol
casipol
betingo
egt oyna
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
aviator oyna
aviator giriş
tombala
bonus hunt
betmarlo
egt oyna
pragmatic slot oyunları
barn festival
dog house megaways
betibom
sweet bonanza
tombala oyna
aresbet
wild west gold oyna
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
markaj giriş
sweet bonanza
sugar rush
diyarbet
diyarbet
diyarbet
gates of olympus oyna
big bass bonanza oyna
trwin
diyarbet
diyarbet
casipol
casipol
casipol
betingo
egt oyna
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
aviator oyna
aviator giriş
tombala
esenyurt escort
beylikdüzü escort
beylikdüzü escort
taksim escort
bakırköy escort
Kartal Escort
footer link satın al
tanıtım yazısı satın al
backlink satın al
avcılar escort
esenyurt escort
beylikdüzü escort
istanbul escort
istanbul escort
bahçeşehir escort
bakırköy escort
şirinevler escort
şişli escort
esenyurt escort
avcılar escort